Di vê xeleka taybet de, em ê berê xwe bidin rola huner û hunermendên kurd di derbarî rewşa Efrînê de, ku bi awayekî zor û nexweş rastî êrîşên artîşa Tirkiyê bû û ji ber wê bi hezaran ji niştecihên wê mal û cihên xwe berdan û li kuçan bûne koçber.
Yûsif Bekir hunermendê kurd, ku bi xwe ji Efrînê ye û nuha li Almaniya dijî û karên xwe yên hunerî berdewam dike.
Yûsif ji destpêka êrîşên bi ser Efrînê de, rewşê ji nêzîk ve dişopîne û hewil dide ku alîkariyê bike.
Efrîn ji Yûsif re, kaniya hunera wî ye, ku ji destpêka xwe bi wê ve hatibû girêdan û di piraniya kevalên wî de diyar dibin.
Yûsif dibêje: "Efrînê cihê ciwaniyê ye, ger ew têkbiçe wê ciwaniya kurdan jî têk biçe, ji ber wê divê ku ew bi her awayî bê parastin."
Wekî din jî , kesê hunermend çawa dikare alîkariyê bike û rola xwe bilîze di nav vê qerebalixa siyaseta partiyên Kurdî de. Yûsif dibêje:" Hunermend dikare berhemên xwe têxe bazar û mezatan de, û bi wan peran alîkariyê bike."
Wisa Yûsif û bi dehan ji hunermendên Kurd, dixwazin ku rola xwe di rewşên wisa de bilîzin û bibin pişt ji gelê kurd re.