Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hosiyên Yemenê Dibêjin Wan Hêzeke Mezin a Saudî Girtiye


Serhildêrên Yemenê idîaa dikine ku wan êrîşeke mezin li ser sînorê Erebistana Saudî pêkaniye û vîdyoyek belav kirin ku girtina hin serbazên Saudî diyar dike.

Vîdyoya ku serhildêrên Hosî îro Yekşemê belav kir, hin erebeyên leşkerî û çekan diyar dike ku serhildêran dest daye ser.

Wan her wiha hin term û mêrên bi cilûbergên leşkerî yên Saudî nîşan dan. Hinan ji wan xwe wek Saudî dan nasîn.

Erebistana Saudî hîn ti agahî li dor vê êrîşê nedane.

Peyvdarê hêzên Hosî Yahya Serîi di konferanseka rojnamevanî de idîaa kir ku serhildêran bêhtirî 2,000 serbaz girtine bê ku belgeyan dabîn bike.

Koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî ji sala 2015an ve şerê Hosiyan dike û ta niha bi dehan hezar kes bûne qurbaniya wî şerî.

XS
SM
MD
LG