Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Pêdaçûnê Biryara Cezakirina Bajarvanê Amedê, Selçik Mizrakli Betal Kir


Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, bi heceta ku endamê rêxistina terore ye, di 15ê Tîrmeha 2020an de bi 9 sal û 4 meh û 15 rojan hatibû ceza kirin.

Mizrakli, di Tebaxa 2019an de bi biryara Wezareta Kare Navxweyî ji kar hatibû dûrxistin û li şpna wî de qayum hatibû danîn.

Mizrakli, piştî protestoyên ku li Amedê di 22ê Cotmeha 2019an de, li ser îdiayên îtirafçîyeke bi navê Hîcran Berna Ayverdî hatibû girtin.

Lê, parêzerên Mizrakli li dijî îdiayan û jibo betalkirina cezayê, serî li Dadgeha Bilind ya Pêdaçûnê (Yargitay) xistin.

Avahîya Yargitay
Avahîya Yargitay

Yargitay biryara xwe ragihand û biryara dadgeha heremî jiber sê xalan betal kir.

Parêzer, di heman serlêdanê de ji Yargitayê xwest ku Mizraklî ji girtîgehê were berdan, lê dadgehê ew daxwaz red kiriye.

Îtirafkar Ayverdî ku berê xebatkara saxlemîyê bûye, îdia kiriye ku dema Mizrakli doktorê cerahîyê bû, li heman nexweşxaneyê hevkar bûne û Mizrakli endamekî PKKê amelîyat kiriye.

Tevî ku parêzerên Mizrakli bi belgeyan piştrast kirin ku îtîrafkar û Mizrakli di heman demê de li heman nexweşxanê nexebitîne jî dadgehê belgeyên wan qebûl nekirin.

Îdîayên Ayverdî bû sedem ku Mizrakli, bê girtin û cezakirin bi biryara Wezareta Navxweyî ji kar hate dûrxistin.

Dadgeha Cezaya Giran ya 9an, beşdarîya civînên li Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), herwiha endamtîya rêvebirîya Weqfa Mezopotamya jî wek delîlên sûc qebûl kiribû.

“Yargitay di biryara xwe de ji dadgeha heremî re dibêje ku 'Mizrakli li ser înternetê bi sîsetma SEBGÎSê beşdarê runiştinan bûye. Jibo ku Mizrakli neanîne dadgehê, mafê wî yê xweparastinê hatiye binpê kirin,” Parêzerê Mizrakli, Mehmet Emîn Aktar got.

Wî dîyar kir ku dadgehê xwestîye ku îdiayên peywendîya Weqfa Mezopotamya bi rêxistina terorê jî divê bê îsbat kirin.

Dîsa, li dadgehê dengên tomarkirî yên kombûnên KCDê jî wek propagandaya terorê hatiye nîşandan û dema dadkirinê de ew dengên nav kombûnê wek dengê Mizrakli hatiye bi nav kirin.

Yargitay herwiha gotiye ku ger dengê tomarkirî hebû, dadgeha heremî çima li Sazîya Bijîşkî ya Dadwerî (Adli Tip Kurumu) analîza deng nekiriye û vê îdaya xwe piştrast nekiriye.

Aktar da zanîn ku Yargitay bi biryara xwe hemî bingehên biryara dadgeha heremî rûxandin û divê prosesa dadkirina Mizraklî jinûve destpê bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Mizraklî bi Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş re li Girtîgeha Edirneyê li heman hucreyê girtî ye.

KHF_17_07_2022_Yargitay_Mizrakli
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:40 0:00
XS
SM
MD
LG