Hevkarîyên di hilbijartinên şaredarîyê li Tirkîyê ber bi dawî ve diçe. Piştî hevkarîya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Gel ya Netewperwer (MHP), çend roj berê jî di navbera Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Baş de hevkarîyek hat ava kirin.
Di nav van partîyan de yê ku li dervayê van hevkarîyan ma, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) e.
Parlamanterê CHP’ê yê berê Bariş Yarkadaş, dervehêlana HDP’ê bi tundî rexne dike û wê yek wek kêmahîya demokrasîya Tirkîyê dibîne.
“HDP dengê bi mîyonan kesan digire. Mafê ti partî tune ku vê rastîyê piştguh bike. Di hevkarîya CHP û Partîya Baş de kêmahî ew e ku hilbijêrên HDP’ê hima bêje hatine bîrkirin û tune hatine hesibandin. Nêzî 6 mîlyon dengên HDP’ê hene, lê di van xebatên hevkarîyan de ne nêrîna hilbijêrên wê, ne jî rexneyên rêvebirên wê hatine girtin.”
Yarkadaş, gefên partîya desthilatdar ya erkdarkirina kayuman jî rexne dike û dibêje pêwîst e ku xwedî li HDP’ê were derketin.