Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yasir Irmak: Fîlmên Kurdî Jîyana Kurdan bi Cîhanê Dide Naskirin


Di deh salên dawî de, çalakiyên sînema û filmên kurdî bi awayek berçav geşti û çalaktir bûn û bi taybetî li çand welatên ewrupî û Amaniya yek ji wan welata ye ku du festîvalên filimên kurdî lê çê dibin yek li Berlin e û ya din jî li Hamburg e.

Hunermend û şanoger Yasir Irmak rêvebertiya festîvala Hamburg dike û sal bi sal çalakiyên vê festîvalê zêdetir dike, ku ew bi komîta vê festîval re karekî xwebxeş dikin da ku karibin civaka kurdî û jiyana kurdan bi xelkên vî bajarî bidin naskirin û rê û derfetan bidin filmên kurdî ku bên nîşandan û temaêekirin ji aliyê her kesekî ve.

Yasir bi xwe ji aliyê Mêrdînê ye lê ew serê 20 salan li Hamburg dijî û di dema xwendina zanîngehê li vî bajarî, dest bi xebatên şano û yên hunerî kir ku di sala 2005 de tevlî xwendkarên kurd li zanîngehê festîvala filmên kurdî damezarandin û ji wê demê ve, salane çalakiyê vê festîvalê bi rê ve dibe.

Di sala 2020an de festîval bi awayê online çêbû ji ber rewşa COVID-19, lê di sala 2021ê de festîval dergehê xwe li ber mêvan û beşdaran vekir û di vê salê de xelat ji hatin belavkirin ku ev gavek li pêş bû ji bû festîvalê.

Yasir û hevalên xwe li bajarê Hamburg bi hêvî ne ku ev festîval mestir bibe û karibin mêvanan zêdetir vexwendî wê bikin û rê li ber derhîner, lîstekvan û behremendên sînema kurdî vekin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:01 0:00


XS
SM
MD
LG