Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mansur Yavaş Destûrnameya bo Bajarvanîya Enqerê Wergirt


Yavaş da zanîn ku ew li ser navê kesên ji Enqerê destûrnameyê distîne û dîyar kir ku ew dê bê ku ji dadê dûr keve karê xwe bike.

‘’Me dengê xwe bi Enqereyîyan bihîstin da û di dawîyê de me destûrname sitand. Îtiraz zêde bûn, lê me destûrnameya xwe wergirt’’ Yavaş got.

Wî bi berdewamî da zanîn ku ku ew dixwaze ku ‘’aqûbet li serê Stenbolê be’’

Li gor encamên nefermî, li Stenbolê berbijarê CHP'ê Ekrem Îmamoglu bi ser ketiye, lê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) daxwaza pêdeçûna encamên hilbijartinê dike.

Hêjayî bîrxistinê ye, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bang li alîgirên xwe kiribû ku Enqere û Stenbolê dengên xwe dijî berbijarên AKP’ê bikar bînin.

XS
SM
MD
LG