Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Eyup Burç: Pêwîst e Şengal bi Hewlêrê ve Were Girêdan


Roja 3ê Gelawêjê ji alîyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve wek “Roja Komkujîya Êzîdîyan” hatibû pejirandin. Li ber vî jî 5’emîn salvegara kumkujîya Êzîdîyan li gelek deverên cîhanê bi çalakîyan hate şermezarkirin.

Di 5’emîn salvegera komkujîyê de gengeşîyên ser Êzîdîya û Şingalê hêjî didome. Çend roj berê rayedarên PKK Besê Hozat ragihand ku Şingal beşeka Iraqê ye.

Ev daxuyanî ji alîyê gelek Kurdan ve bi tundî hate rexnekirin. Rewşembîr û rojnamevan Eyup Burç, ku bi xwe jî Êzîdîye ev gotûbêjana di cî de nabîne. Burç dadidexuyakirin ku, heke derheqê Êzîdîya da biryarek dema bê dayîn pêwîste ku Êzîdî bi vêna xwe ya azat bixwe bixwe dîyar bikin.

“Pirsgirêkên Êzîdîya ya ecîl heye, ew jî hê Êzîdî di kampadane û di nav jiyaneke bêbexde dijîn. Piştî ew êrîşa hovane hêjî birînên wan yên kur disekinin. Heta niha jî kesên ku komkujîya Êzîdîyan çêkirine di mehkemeke navnetewî de nehatine darizandin. Ji bo Êzîdîya pêwîstîya bi lez ana ev in.”

Burç, li ser girêdana Şingalê ku, bi Hewlêrê an bi Bexdayê re bê girêdan jî rawestîya. Burç daxdidexuyakirin ku ev gengeşîyana gengeşîyên pêşwextin.

“Li ser Şingalê Kurd ana ketine nav pozberîyeke. Bi rastî ev gelek xelet e. Kêşa Êzîdîya ya sereke ana çareserkirina pirsgirêkên wan in. Şingal bi kîderê ve tête girêdan lazime xelkê Êzîdî dîyar bikin. Fikrê min yê şexsî ewe ku Şingal bi Hewlêrê ve bê girêdan, lê ev fikrê min e, yê esasî ewe ku Êzîdî çi dixwazin, an Hewlêr an jî Bexda ew girîn e.”

Piştî mirina Mîr Tehsîn Beg mîrê Êzîdîya yê nû Mîr Hazim Beg hate hilbijartin. Eyûp Burç pê bawere ku dê gelek kêşeyên Êzîdîyan bi rêveberîya Mîr Hazim Beg de wê bê çareserkirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:57 0:00

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG