Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Êzdî Nikarin Zarokên Xwe yên Ji Daişiyan Bi Xwe re Bibin


Jinên Êzdî yên ku çekdarên Daişê destdirêjiya sêksî li wan kiribû, çend bijarên kêm hene. Ew hatine azadkirin lê nikarin zarokên xwe yên ji çekdarên Daişî bi xwe re bibin.

Jineka 18 salî ku nexwest navê xwe diyar bike, ji ajansa Associated Press re got wî ji destdirêjkerê xwe yê Daişî rica kir ku wan zarok nebin, lê wî hîşt ew sê zarokên bîne.

Jineka din a 20 salî, bi darê zorê dest ji zarokê berda berî ku vegere mal.

Pênc salan berê roja Şemiyê, çekdarên Daişê êrîşî gundên Êzdiyan kir li bakurê Îraqê û bi hezaran kes kuştin û revandin û ji xwe re kirin kole.

Di biryareke ku bû cihê nakokiyê de, serkirdeyên Êzdî got ew dê zarokên çekdarên Daişê himbêz nekin.

XS
SM
MD
LG