Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Heftan ya Êrîşa DAIŞ'ê ya Ser Şengalê û Metirsîya Wê Komê li Ser Herêmê


Heft salan piştî êrîşa gruba terorîst DAIŞ’ê li ser Şengalê, civaka Êzîdî hîn derbider e, di rewşeke xirab de dijî û bajarê wan jî hîn nehatiye ava kirin.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, 5 hezar mêrên Êzîdî hatin kuştin, 7 hezar jin û keç wek kole hatin revandin û gelek zarokên kur wek leşker hatin bikaranîn.

Dîsa, Êzîdî rûbirûyê êş û zîyanên fîzîkî, daxên moralî yên salan bûne û ta roja îro jî gelek Êzîdî ditirsin vegerin bajar û gund û malên xwe.

Li alîyekî din gruba terorîst DAIŞ, ku li Îraq û Sûrîyê bi awayekî leşkerî têk çûye û ti dever di nav destê wê de nemane, hîn li ser xelkê herêmê metirsiyek e û carna êrîşan pêk tîne.

Li Îraqê hêzên Îraqî sala 2017’an têkçûna DAIŞ’ê bi awayekî fermî ragihand. Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), sala 2019'an li Baxzê dawî li hebûna çekdarî ya DAIŞ’ê anî.

Sê rojan berê HSD’ê di konferansa xwe ya salan de behsa metirsîya DAIŞ’ê kir û soz da ku ewê şerê dijî wê koma tundrê berdewam bike.

Piştî ewqas sal, çima hîn Êzîdî ditirsin vegerin ser mal û milkên xwe û piştî ewqas veqetandina hêz û kanîn jibo tunekirina vê gruba terorîst, çima DAIŞ li herêmê hîn metirsî ye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Serhan Îsa, peyvdarê Encûmena Êzîdîyên Sûrîyê ku li Almanya dimîne û Hekem Xelo, endamê Desteya Rîspîyên Bakur û Rojhilata Sûrîyê û hevserokê berê yê encûmena qanûnsaz ya kantona Cezîrê ku li Qamîşlo dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:

Hêst_û_Helwest_08_03_2021_DAIŞ û Metirsîya Wê
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:35 0:00

XS
SM
MD
LG