Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Hewil Dide ji Hêzên Ukrayna yên li Bakhmutê re Demûdest Guleyên Topan Bişîne


Artêşa Ukrayna ragihand ku hêzên wê berevanîya axa Bakhmutê didomînin.

Hêzên girêdayî Rûsya îdia dikin rojhilata Bakhmut yê li herêma Donetsk di destê wan de ye.

Ji alîyê din ve Yekîtîya Ewrupa (YE) xwe amade dike cebilxaneyên pir hewce ji Ukrayna re peyda bike.

Rêberên berevanî yên YE’ê di civînekê de li hev kirin ku ji hêzên Ukraynî re bi lez guleyên topan û kelûpelên din yên leşkerî bişînin.

Li gorî plana Berpirsê Sîyaseta Derve yê YE’ê Josep Borrell, welatên yekîtîyê dê 1,6 mîlyar dolar teşwîq wergirin da ku ji stokên xwe cebilxaneyan bişînin Ukrayna.

1 mîlyar euroyê din jî dê bo kirîna guleyên topan were veqetandin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG