Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsgirêka Koçberiyê di Kombesta Yekêtiya Ewrupa Ya 2017 de


Arşîv, Kombesta YE
Arşîv, Kombesta YE

Berî Kombesta welatên Yektîiya Ewrupa ya ser pirsgirêkên koçberan roja Pênşemê bihê lidar xistin, duberî û nerihetî keftiye di nava 28 welatên endam de.

Pirsa Koçber û penaberan pirsgirêka herî li pêşe ya ku, rastî 28 welatên YE tê, ev welate ne lihevin jiber hejmar û para her welatekî ji welatên Yekêtiya Ewrupa bo wergirtina dehan hezar penaberên di gihin peravên başûr yên Ewrupa.

Heta niha plana hevkariyê di navbera Îtalya û Yunanistanê de hebû, jiber ku ew hêla yekê ya gehiştina pêlên koçber û penabera ne, pilana welatên YE dixwaze her welatek para xwe ya Niştîmanî ji penaberan bigire, lê welatên Ewrupa Rojhilat yên weke Çek, Polonya, Slovakiya û Hingarîya li dijin.

Her çende hejmara penaberan îsla kêm bû, li gûr salên bûrî, lê dîsan ev qeyraneke her û her ya welatên Yekêtiya Ewrupa ye.

Tê çaverêkirin ku sobê, roja Pêşemê welatên YE li Bruksel bicivin bo danûstendinên ser pirsgirêkên di nava Yekêtiyê de.

Malpera fermî ya YE nivîsandiye ku, kombesta serokên YE dê rojên 14-15 vê mehê bihê encamdan, mijarên herî li pêş, pirsa berevanî, Koçberî, pirsgirêkên civakî û yên Kulturî dê bihên gotûbêj kirin.

Herwiha pirsa avakirina Hêzeke taybet ya berevaniyê "PESCO" dê bibe ciyê danûstendinan di kombesta YE ya 2017an de.

XS
SM
MD
LG