Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa li Ser Erdheja Mereşê Pirtûka Dîjîtal Diweşîne


Mehmet Kemal Bozay, Alîkarê Wezîrê Karêder yê Tirkîyê
Mehmet Kemal Bozay, Alîkarê Wezîrê Karêder yê Tirkîyê

Yektîya Ewrupayê bi navê “Bi Hev re bi hêztir" bi rêya 'Tomara Dîtbarî' pirtûkeke li ser platforma dîjitalê weşand.

Di vê pirtûkê de karsesata erheja Mereşê di her warî de hatîye berhevkirin.
Ev pirtûk li Enqerê li Balyozxaneya Polonya’yê bi merasîmekê hate nasandin.

Balyozê Polonya’yê Maciej Lang, Serokê Delegasyona Yektîya Ewrupayê Nîkolaus Meyer-Landrut û Alîkarê Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mehmet Kemal Bozay beşdar bûn.

Ev pirtûka ku ji weneyên erdheja Mereşê pêk hatîye Wezîrê Derve yê Tirkîyê Bozay, ji Dengê Amerîkayê nîrxand û got "Ev bes tenê ji bo têkilîyên Yektîya Ewrûpayê û Tirkîyê na bi ya min jibo mirovahîyê palpiştîyeke girînge. Di demeke wiha dijwar de hatina ba hev û din jî gelek gedirbilind e. Dema Tirkîyê alarma erdhejê lê da welatên Ewrûpayê yekser serfber bûn."

Civîna Danasîna Pirtûkê, Balyozxaneya Polonyayê
Civîna Danasîna Pirtûkê, Balyozxaneya Polonyayê

Bozay, ragihand ku ew jibo endamtîya Yektîya Ewrûpa jî hewil didin û li ber vî jî di erdhejê de jî ewan ev mekanîzma bikar anîye.

Ev pirtûk di dema erhejê de gava Yektîya Ewrûpayê kete dewreyê karûbarên ku li vê derê kirinê bi wêne û nivîsan nîşan dide.

Di pirtûkê de, alîkarîyên ku Yektîya Ewrûpayê ji Tirkîyê re kirîye, rewşa erhejê û alîkarîyên tenduristî û dermanan û her wekî din hewildanên ku hatine kirin yek yek bi wêne û nivîsan têne dîyarkirin.

Di pirtûkê de tê ragihandin ku piştî erdhejê di nav 21 welatên Ewrûpa de 39 tîma rizgarkirinê û bi tevahî 1750 kes beşdar bûne. Di himan demê de jî ji fona alîkarîya mirovahîyê ve 79,2 mîlyon Euro ji Tirkîyê re hatîye şîyandin.

Ev pirtûk ana li ser platforma dîjîtal heye, yên ku bixwazin dikarin lê mêze bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku, salek berê, di 6’ê Şibatê 2023’an de 2 erhejên mezin li Mereşê li navenda Bazarcik û Elbîstanê pêkhatibûn.

Li gor hejmarên resmî zîdetir ji 50 hezar, lê li gor hejmarên ne resmî jî tê dîyarkirin ku zêdeyî 200 hezarî kes mirine.

ED_28_02_2024_YE_Pirtuk_Erdhej.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:32 0:00
XS
SM
MD
LG