Rêbera Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Kaja Kallas îro Duşemê got ku divê di siberoja cîhên tundrêbûn, Rûsya û Îranê tune bin.
Kallas ev gotin piştî civîna bi wezîrên derve yên Ewrupî re ji rojnamevanan re kir.
‘’Gelek wezîrên derve dîyar kir ku divê jibo rêberîya nû ya Sûrîyê şertek jî rakirina bandora Rûsîyan be.’’
Kallas dîyar kir ku YE wê bi rêvebirîya nû ya Sûrîyê re ser bingehên leşkerî yên Rûsya jî biaxife.
Kremlînê îro Duşemê ragihandibû ku wan ser bingehên leşkerî yên Sûrîyê hîn biryara dawî nedaye.
Rûsya hevbenda pêş ya Beşar Esad bû û ew bi ketinê re ji Şamê revîya Moskowê.
Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ), ku jibo kontrolkirina Şamê pêşengîya serhildayan kir, di lîsta terorê ya YE de ye, lê dewletên Ewrupî bi rêberîya nû ya paytextê re dest bi danûstandinan kirine.
Dewletên Ewrupî ser ketina Esad razîbûnên xwe ragihandin, lê niha hîn ne dîyar e ku ewê di siberojê de peywendîyeke çawa bi rêberên nû yên Sûrîyê re çêkin.
Jêder: AFP