Komîsyona Ewrupa îro Înê ragihand ku ewê di ser Tirkîyê re alîkarîyan bibe Sûrîyê.
Wê komîsyonê dîyar kir ku jibo şandina alîkarîya di ‘’pira esmanî’’ hatiye çêkirin.
Yekîtîya Ewrupa (YE) dîyar dike ku ewê di gava pêşîn de 50 ton kelûpelên saxlemîyê bişîne Sûrîyê.
Kelûpelên ji depoyên YE’ê yên li Dubaî têne derxistin wê di rojên pêş de here Edene ya Tirkîyuê.
UNICEF û Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) 46 ton kelûpelên alîkarî dişîne Sûrîye.
Ew alîkarî wê ji depoyon Danîmarka bi rêkên kamyonan herin Edenê.
Jêder: AFP