Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seroka Komîsyona YE Dibêje Ukraynî ji Malbata Ewrupî ne


Seroka Komisyona Ewrupa Ursula von der Leyen û serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy
Seroka Komisyona Ewrupa Ursula von der Leyen û serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen ragihand ku belgeya ku wê di serdana xwe ya Kîevê de radestî serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy kiriye, bo endamtîya Ukrayna ya Yekîtîya Ewrupa (YE) gaveke pir girîng e.

Ursula von der Leyen roja Yekşemê ji CNN'ê re got ku bersîva Ukrayna wê dîyar bike ku ew dixwaze xwe mîna berendameke bo tevlîbûna YE xwe pêşnîyar dike yan na.

Wê destnîşan kir ku peyvajoya bo endamtîya YE bi gelemperî bi salan diome, lê dibe ku serîlêdana Ukrayna di nava çend hefteyan de temam be.

Von der Leyen anî ziman ku bê şik û guman Ukraynî ji malbata wan ya Ewrupî ne.

"Do kesek ji min re got: dema leşkerên me dimirin, ez dixwazim ku ew leşkerana zanibin ku zarokên wan wê azad bin û bibin beşek YE," von der Leyen got.

Wê ragihand ku Ukraynî di rewşeke awarte de ne û divê endamên YE bo piştgirîya wan gavên neqanûnî bavêjin.

"Tiştek bo min zelal e: Piştî vî şerî, dema ku Ukrayna jinûve were avakirin û em piştgirîyê bidin Ukrayna, wê pêkanîna reforman hevsengîya ve pêyvajoyê bike. Jiber vê yekê jî, bo afirnadina welat û çûyîna ber bi YE, rêyeke awarte ye,” Von der Leyen got.

XS
SM
MD
LG