Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Bang li Ermenistan û Azerbaycanê Dike ku bi Agirbestê Pêbend Bin


Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel
Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel

Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Çarşemê bang li Ermenistan û Azerbaycanê kir ku hêzên xwe paşve vekişînin û rêzê li agirbesta ku roja berê hatibû kirin, bigirin.

YE bi daxuyanîyeke ragihand ku serokê Konseya Ewrupa Charles Michel îro ser telefonê bi serokên Azerbaycan Îlham Aliyev û yê Ermenistanê Nîkol Paşînyan re rewşa diqewime nîqaş kiriye û bo demûdest kêmkirina alozîyan bang kiriye.

Hevdem, YE peşnîyara xwe dubare kir; ya ku bo çareserîya alozîyên demdirêj yên di navbera her du welatan de bi wan re bixebite.

Azerbaycan û Ermenistanê roja Sêşemê ser agirbesta li ser sînorê xwe li hev kiribûn; piştî ku Rûsya ji wan xwest ku ji pevçûnê dûr bisekinin.

Wezareta berevanîyê ya Azerbaycanê îro Çarşemê dîyar kir ku di 16'ê Mijdarê di şerên sînorî yên bi Ermenistanê re de heft leşkerên wê hatine kuştin û 10'ên din jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG