Endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Duşemê bi daxuyanîyekê raghand ku ew êdî rêberê rikeberîyê Juan Guaido wek serokê demkî yê Venezuela nabînin.
27 endamên YE di 6'ê Rêbendanê de ragihandibû ku jiber ku Guaido di hilbijartinên Berfanbara 2020'an de kursîya xwe ya seroktîya parlamanê hinda kir, ew nema dikarin bi qanûnî Guaido nas bikin.
Tevî ku Parlamana Ewrupî hefteya borî pêşnîyar kiribû ku naskirina Guaido ya wek serokê dewletê bidome, 27 endamên yekîtîyê di daxuyanîyeke hevbeş de ew pêşnîyar bi cîh neanî.
YE got ku Guaido beşek ji opozîsyona demokratîk ya Venezuela ye, lê ew nema wî wek serokê demkî dibîne.
YE encamên hilbijartinên dawî yên Venezuela qebûl nakin jiber ku hilbijartin li gor standartên navneteweyî nehatiye kirin.
Piştî Nicolas Maduro di hilbijartinên di 2018'an de, bi rengekî gumanbar wek serok hatibû bijartin, Guaido jî wek serokê parlamanê bûbû serokê demkî.
Tevî biryara YE, Guaido hîn jî ji hêla Amerîka û Brîtanya ve wek serokê rewa yê Venezuela tê dîtin.
Helwesta seroktîya demkî destûrê derfetê dide Guaido ku diravên Maduro ku hikûmetên Rojavayî dest danîne ser, bi kar bîne.
Hêjayî balkişandinê ye ku posta seroktîya demkî derfetê dide Guaido bi karbidestên payebilind yên dewletên curbicur re bipeyîve û di asta navxweyî û navneteweyî de piştgirî ji tevgera xwe re wergire.
Guaido hefteya borî spasîya Parlamentoya Ewrupî kiribû ku wî bi berdewamî wek serokê Civata Neteweyî qebûl dikin.