Reuters’ê ragihand ku balyozên Yekîtîya Ewrupa (YE) ser toleyên nû yên dijî Îranê danûstandin kirine.
Li gor nûçeya ajansê, Brîtanya, Fransa û Almanya xwest ku toleyên dijî Îranê werin nîqaş kirin.
Dîplomat didin zanîn ku dibe ku toleyên nû di meha Nîsanê de, li civîna wezîrên derve were pejirandin.
Dîplomatekî ku navê wî nehat eşkere kirin, ji Reuters’ê re dîyar kir ku ewê heta mehekê ser toleyên dijî Îranê biryarekê bidin.
Wezîrên derve yên YE’ê dê di 16’ê Nîsanê de li Luksemburgê kom bibin.
Reuters’ê ragihand ku li gor belgeyeke veşartî, Brîtanya, Fransa û Almanya, jiber rola Îranê di şerê Sûrîyê de û muşekên wê yên balîstîk, xwest ku dijî Îranê toleyên nû werin ragihandin.
Reuters: Yekîtîya Ewrupa Dijî Îranê Toleyên Nû Nîqaş Dike
