Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE û Amerîka Bersîva Îranê ya ser Pêşnîyara Bo Vejandina Peymana Navokî Dinirxînin


Yekîtîya Ewrupa (YE) û Amerîka îro Sêşemê dîyar kir ku wan bersîva Îranê wergirtine û niha dinirxînin, belgeya ku YE bo vejandina peymana navokî ya 2015’an (JCPOA ) wek pêşnîyara xwe ya dawîn bi nav dike.

Berdevika YE ya bo karûbarên derve û sîyaseta ewlehîyê Nebîla Mesralî got ku YE şeva Duşemê bersîva Îranê wergirtiye.

"Jibo niha em ser bersîva Îranê û em bi beşdarên din yên JCPOA û nû bi Amerîka re ser re dişêwirin," Mesralî got. Le, wê red kir ku dema dîyarkirina encama nirxandina YE bibêje.

Wezareta derve ya Amerîka jî îro ragihand ku Amerîka bersîva Îranê bi rêya YE’yê wergirtiye û ew li ser dixebitin, dinirxînin.

Wezaretê da zanin ku Washington nêrînên xwe bi YE re parve dike.

Îranê îro serê sibê ragihand ku Tehranê bersîva belgeya dawîn ya ser vejandina peymana navokî nivîski radestî YE kiriye.

Lê, ne Îranê û ne jî YE ser naveroka bersîvê ti hûrgilî nedan.

Danûstandinên nerasterast yên navbera Amerîka û Îranê bi navbeynkarîya YE bo 16 mehan berdewam kirin, lê bê encam bi dawî bûn.

Berpirsê sîyaseta derve yê YE Josep Borrell di 8’ê Tebaxê de gotibû ku YE bo vejandina peymana navokî belgeyeke dawîn pêşkêş kiriye û li ber e ku di demeke pir nêz de her du alî jî bersîvê bidin.

Wezareta derve ya Amerîka jî ragihandibû ku Washington amade ye ku bo rizgarkirina peymana navokî, li ser bingeha pêşnîyarên YE demûdest peymaneke îmza bike.

Berdevikê wezareta derve Ned Price doh Duşemê got ku Amerîka bi "xala bingehîn" ya YE razî ye ku dibêje di danûstandinên 16 mehan de mijarên ku dibû ku werin gotûbêj kirin, hatine gotûbêj kirin.

Price bi berdewamî Îran rexne kir û got ku ew "daxwazên nayên qebûlkirin" dike ku ji belgeya peymana navokî ya 2015'an wêdetir in.

" Ger Îran dixwaze ev toleyana werin rakirin, divê kiryarên xwe yên bingehîn bigurîn. Pêwîst e ku di serî de çalakîyên xeter yên ku bûne sedema van toleyan biguherîne."
Karbidestên Îranî dîyar kiribû ku wê Tehran ser belgeya dawîn ya YE nerîn û pêşnîyarên xwe raberî YE bike.

Wezîrê derve yê Îranê, Husêyîn Emîr Abdullahîyan doh Duşemê bang li Amerîka kir ku bo çareserîya sê pirsgirêkên mayî nermîyê nîşan bide

Abdullahîyan dîyar kir ku bersîva Tehranê wê ne pejirandin ne jî redkirina dawîn ya pêşnîyara YE be.

Dîplomat dibêjin ku ku vejandina peymana navokî wê xizmeta berjewendîyên hem Tehranê û Washingtonê jî bike lê, hevdem metirsî jî hene, jiber ku têkçûna danûstandinên navokî wê xetera şerekî nû ya herêmî derxîne hole.

XS
SM
MD
LG