Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ursula von der Leyen: Sixûrîya Dijî Rojnamevanan Nayê Qebûl Kirin


Seroka Komîsariya Yekîtiya Ewrupa Ursula von der Leyen
Seroka Komîsariya Yekîtiya Ewrupa Ursula von der Leyen

Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen îro Duşemê ragihand ku dijî rojnamevanan bo bikaranîna teknolojîyên sixûrîyê (spyware) nayê qebûl kirin.

Von der Leyen di serdena xwe ya li Pragê de, derbarê ragihandinên ku teknolojîya Îsraîlî li seranserî cîhanê bo hakckirina telefonên rojnamevanan, karbidestên hikûmetê û çalakvanên mafên mirovan hatiye kar anîn de, axifî.

Wê ragihand ku heke ragihandinên wan xwendîye divê were pejirandin, lê heke wusa be, ev dê bi tevahî nayê qebûl kirin û her wiha ev binpekirina her yek pîvanên Yekîtîya Ewrupayê ye, "Azadîya medyayê, çapemenîya azad yek ji nirxên bingehîn yên YE ye. Heke ev (hacking) wiha be, bi tevahî nayê qebûl kirin," Von der Leyen got.

Lêkolînek ji hêla 17 rêxistinên medyayî ve roja Yekşemê hate weşandin dibêje ku teknolojîya sixûrîyê (spyware) ya bi navê Pegasu ya ku ji hêla kompanîya NSO Group ya li Îsraîlê hatiye çêkirin jibo hackkirina bi hezaran rojnamevan, karbidestên hikûmetê û aktîvîstên mafên mirovan de bi serkefti hatiye bikar anîn.

Lêkolîna, ku Reuters bi serbixweyî piştrast nekir, heya niha eşkere nekirîye ku çi kes, kîjan sazî yan hikûmet di kiryarên hackirinan de bi çi sedeman cîh girtine.

Kompanîya NSO Group ragihand ku berhema wê tenê jibo karanîna îstîxbarata hikûmet û sazîyên qanûnî yên dijî teror û tawanan tekoşînê dikin, hatiye pêşxistin

NSO Group li ser malpera xwe daxuyanîyek weşand û ragihandina hevpar ya 17 rexistinên medyayê ku ji 'Çîrokên Qedexe- Forbidden Stories' ya sazîya sivîl ya rojnamevanî ku li Parîsê dimîne, red kir.

XS
SM
MD
LG