Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro Çarşemê ragihand ku ser firotina gaza xwezayî ya bo welatên Ewrupî re, di navbera Misir, Îsraîl û Yekîtîya Ewrupa (YE) de peymanekî hatiye îmza kirin.
Ursula von der Leyen dîyar kir ku peyman li Qahîreyê hatiye îmza kirin; wê di çarçevoya peymanê de wê Îsraîl zêdetir gazê bişîne ji ser Misirê, ya ku binesazîya wê ya bo derfirotina ser deryayî heye.
Wê bi berdewamî imzakirina peymanê wek demeke taybet bi nav kir, di preskonferansa hevbeş ya di gel wezîrên enerjiyê yên Misir û Îsraîlê.
"Ez bi kêfxweşî pêşwazîya îmzakirina vê peymana dîrokî dikim," von der Leyen got.
Li gor peymanê, YE wê alîkarîya Misir û Îsraîlê bike ku asta hilberîna gazê û lêgerîn li qadên xwe yên deryayî de zêde bikin.
Lê, nehat eşkere kirin ku ka YE wê çiqas gazê ji herdu welatan bikire.
Von der Leyen herwiha di presskonferanseke hevbeş ya bi Serokê Misrê Ebdulfetah el-Sîsî de jî ser mijarê axifî.
"Tê zanîn ku şerê Rûsya ya li dijî Ukrayna girêdayîbûna Ewupa bibi sotemeniyên fosîl yên Rûsî bi rengekî eşkere derxist holê û em dixwazin ji vê girêdayîbûnê xilas bibin," von der Leyen got.
Wezîra Enerjîyê ya Îsraîlî Karin Elharrar jî dîyar kir ku ev peyman encamekî êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna ye ku bû sedema krîza enerjîyê ya li Ewrupa.
Wê got ku ev peyman herwiha zêdebûna hevkarîya di navbera Misir û Îsraîlê de jî destnîşan dike.
Von der Leyen di destpêka vê hefteyê de serdana Îsraîlê kiribû û gotibû ku peyman beşek ji hewildanên Ewrûpa ye ku çavkaniyên enerjîyê ji Rûsya dûr bixe û hîdrokarbonan ji peydakirinerên din yên pêbawer" bîne.
Wê Misir û Îsraîl wek ev peydakirinerên pêbawer bi nav kiribû, her du welatên di van salên dawî de qadên gaza xwezayî mezin yên deryayî kişf kirine.
YE, sala borî nêzî 40 ji sedî ya gaza xwe Rûsya kirîbû lê, niha di ragihandina toleyên ser Rûsya ji ber êrîşa wê ya dijî Ukrayna rûbirûyê dijwarîya ye, jiber ku di warê gazê de bi giran girêdayê Rûsya ye.