Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerên YE Bang li Rûsya Dikin ku Navalny Berde


Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Charles Michel ji Twitterê bang li karbidestên Rûs kir ku rexnegirê Kremlînê Aleksei Navalny berdin.

Michel dîyar kir ku desteserkirina Navalny nayê qebûl kirin.

‘’Ez bang li berpirsên Rûs dikim ku Navalny demûdest berdin.’’ Michel nivîsî.

Nûnerê Bilind yê Peywendîyên Derve û Sîyaseta Ewlekarîyê yê YE’ê Josepp Borell jî banga berdana Navalny kir.

Borell da zanîn ku divê bo mafên Navalny rêz were girtin û got ku divê dadgeh bi awayekî sîyasî tevnegerin.

Navalny di Tebaxa 2020’an de ser îdiayên jehkirinê ji Rûsya çûbû Almanya.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) piştrast kiribû ku di canê Navalny de gaza Novichok hatiye dîtin, lê Rûsya îdiayên ser jehrkirinê red kiribû.

Rexnegirê Kremlînê, roja Yekşemê ji Almanya vegerîyabû Rûsya û di kontrola pasaportê de hatibû desteser kirin.

XS
SM
MD
LG