Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku bo vejandina peymana navokî ya sala 2015'an ya bi Îranê re, Yekîtîya Ewrupa (YE) belgeyeke dawîn pêşkêş kiriye.
Reutersê ev agahî ji zarê karbidestekî payebilind yê YE ku nexwestiye navê xwe eşkere bike ragihand.
"Îro em belgeyeke pêşkêş dikin ku pêşnivîsa dawî ye," karbidestê YE got.
Karbidestê YE anî ziman ku belgeya îro hatiye pêşkêş kirin ya ku êdî tê de ti tu guhertinên din nayên kirin e, ku ev 15 meh in ser danûstandin têne kirin.
"Ev belge wê bêtir neyê danûstandin kirin yan guhertin," karbidestê YE got.
Wî dîyar kir ku li bendeye ku biryara dawî ji alîyan di nava pir, pir çend hefteyan de were dayîn.
Karbidestekî wezareta derve ya Amerîka ragihand ku Washington amade ye ku bo vejandina peymana navokî li ser bingeha pêşniyarên YE demûdest hevbîr be, ya ku bi bi fermî bi nave wê Plana Çalakîya Berfireh ya Hevbeş (JCPOA) ye.
Wî got ku Tehran bi berdewamî dibêje ku ew bo vejîn û bicîhanîna a peymanê ya bi dualî ade ye.
" Werin em bibînin ka kiryarên wan bi gotinên wan re yek in yan na," karbidestê Amerîkî got.
Lê, Karbidestên Îranî dîyar kirin ku , ew pêşnîyarên YE wek yên dawîn nabînin û ewê nerîn û pêşnîyarên xwe ji YE re bidin zanîn.
Îran û şeş hêzên mezin yên cîhanê di 2015’an de peymanek îmza kiribûn.
Li gor peymanê Îran hevbîr bûbû ku bernameya xwe ya navokî sînordar bike da ku bo wê pêşxistina çekên atomî dijwartir be - armancek ku ew înkar dike-.
Di berdelê de jî Amerîka, YE û NY qebûl kiribûn ku toleyên xwe yên ser Îranê rabikin.
Lê, di 2018’an de Donald Trump serokê Amerîka yê wê demê ji peymanê vekişî û dijî Îranê toleyên tundtir ragihand bi taybet bo astengkirina petrol Îranê ku çavkanîya serekî ya dahata wî welatî ye.
Wek bersîvê Tehranê - dibêje bernameya wê ya navokî bo hilberîna hêzê û armancên din yên aştiyane ye - piştî saleke bi çend awayan dest bi binpêkirina xalên peymanê kir, tevî jinuve avakirina depokirina uranyuma dewlemendkirî jî.
Herî dawî berpirsê sîyaseta derve yê YE Josep Borrell berîya 2 hefteyan belgeyeke nû pêşnîyar kir ku peymana navokî ya sala 2015’an were vejandin.
Li gor pêşnîyara Borrell wê Îran bernameya xwe ya navokî di berdêla rakirina toleyên aborî de sînordar bike.
Lê, di navbera karbidestên Amerîkî û Îranî de danûstandinên nerasterast li Viyana piştî çar rojan bêencam bi dawî bûn.