Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE û Pfizer - BioNTech Peymana Herî Mezin ya Vaksînê Îmza dikin


Yekîtîya Ewrupa (YE) û kompanîyên Pfizer – BioNTechê peymana herî mezin ya vaksîna vîrusa korona îmza kirin.

Serokê Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen dîyar kir ku wan û Pfizer – BionTechê ser 1,8 mîlyar doz vaksîn li hev kirine.

Von der Leyen da zanîn ku Pfizer ya Amerîkî û BioNTech ya Alman dê vaksînan di navbera 2021 û 2023’yan de bidin wan.

Nifûsa YE bi qasî 450 mîlyon e û ew stok dê bo du salan were karanîn.

Danûstandinên YE û Pfizer – BioNTechê yên ser peymana sêyan di 14’ê Nîsanê de destpê kiribûn.

Li gor her du peymanên pêşî Pfizer – BioNTechê dê 600 mîlyon doz vaksîn bidana YE’ê.

Von der Leyen da zanîn ku li Ewrupa herî zêde vaksîna Pfizer – BioNTechê tê karanîn û dîyar kir ku ew dixwazin ku heta Tîrmehê 70 ji sedê Ewrupîyên gihiştî vaksînan li xwe xin.

Wê got ku heta niha ji welatên YE’ê re pirtir ji 150 mîlyon doz vaksîna hatine şandin û dîyar kir ku 123 mîlyon doz vaksîn hatine karanîn.

XS
SM
MD
LG