Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Yekîtîya Ewrupa (YE) bi Amerîka û Brîtanya re ser toleyên dijî Rûsya danûstandinê dike.
Reutersê ew agahî ji zarê dîplomatê payabilind yê YE Josep Borrell ragihand.
Borrell berî civîna wezîrên derve yên YE da zanîn ku ew dixwazin Rûsya bi toleyan ji kiryarên xwe vegere.
‘’Em dixwazin bi peyameke zelal nîşanî Rûsya bikin ku ger ew dijî Ukrayna bi awayekî êrîşkar tevbigere ewê bedela wê giran be.’’ Borrell got.
Wî dîyar kir ku ew bi Amerîka û Brîtanya re bi awayekî kordînekirî ser toleyan danûstandinan dikin.