Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Amade Ye ku Dijî Rûsyayê Tedbîrên Nedîtî Bigire


Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen
Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro Çarşemê li parlementoya di derbarê alozîya navbera Rûsya û welatên Rojava ya jiber zedekirina hêzên Rûsî ya ser sinorê Ukrayna axifî.

Von der Leyen dîyar kir ku heke Rûsya hember Ukraynayê pirtir tevgerên êrîşkar nîşan bide, Yekîtîya Ewrupa (YE) amadeye ku dijî Rûsyayê toleyên xwe zêde bike û "tedbîrên heya niha nehatiye dîtin", bigire.

"Bê guman em amade ne ku pîvanên zêdetir, yên ku heta niha nehatine dîtin, yên ku bo Rûsyayê wê encamên giran derxînin holê, bigirin," Von der Leyen got.

Wê da zanîn ku YE ji nêzve bi Amerîka re dixebite da ku bijarên bilî toleyên niha hene: pişesazîyên darayî û enerjî yên Rûsyayê, berhemên karanîna dualî û berevanîyê binirxîne.

"Bersîva me ya bo êrîşeke din, dibe ku xurtkirin û berfirehkirina van toleyên niha hene be," Von der Leyen got.

XS
SM
MD
LG