Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Ser Toleyên Nû yên Dijî Rûsya Danûstandinê Dike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ragihand ku Yekîtîya Ewrupa (YE) ser toleyên nû yên dijî Rûsya danûstandinê dike.

Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE Josep Borell da zanîn ku hikûmetên YE hazir in ku ser toleyên nû yên dijî Rûsya li hev bikin.

Hikûmetên YE ji hefteya borî vir ve ser gera heştan ya toleyan danûstandinê dikin.

Borell dîyar kir ku ew bawer dike ku berî bidawîbûna civata dawî ya hikûmetên YE ser toleyên nû lihevkirin çêbe.

Welatên Rojava ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve ligel Kîevê ne û jiber dagirkirinê dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG