Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Pêdaçûna Ser Pirtir Toleyên Dijî Rûsyayê Dike


Yekîtîya Ewrupa (YE) îro dîyar kir ku ew li rêya danîna pirtir toleyên li dijî Rûsyayê digerin.

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen got ku ewê bi sed mîlyonan euro çekan bişînin Ukraynayê.

Von der Leyen got ku komîsyon jibo cara yekê dixwaze ku kirîn û radestkirina çekan ji alîyekî sisêyan re bi cîh bîne ku di bin êrîşa dewleteke din e.

"Emê jibo Ukrayna berhemên mîna şewit, alavên parastinê, helmet û pêdivîyên bo alîkarîya saxlemî ya demûdest jî peyda bikin,"Von der Leyen got.

Wê da zanîn ku dezgehên medyayî yên alîgirên Kremlînê yên wek RT û Sputnik, yên ku di derbarê dagîrkerîyê de dezenformasyonê belav dikin, wê werin qedexe kirin.

Wê anî ziman ku RT û Sputnik beşek ji makîneya propoganda ya Kremlînê ne û YE hin rêbazan ava dike ku dezenformasyona wan ya jahrîn û zarardar li Ewrupayê qedexe bike.

"Ewê êdî nikaribin derewên xwe belav bikin da ku şerê Putin rewa bikin û di yekîtîya me de perçebûnê biçînin."

Von der Leyen herwiha dîyar kir ku YE wê jiber hêsankirina dagîrkeriyê, dijî Belarûsê jî toleyan ragihîne.

Rejîma desthilatdarîya Belarûsê ya Alyaksandr Lukashenka hevkara êrîşa hovane ya dijî Ukrayna ye", von der Leyen got.

Pîvanên sînordar yên nû wê pişesazîyên herî girîng yên Belarûsê, yên wek titûn, dar, çîmento, hesin û pola bikin armanc.

Von der Leyen çaverê ye ku ev pîvanana ji hêla rêberên YE tevî biryarên din yên girîng were pejirandin.

Berpirsê Sîyaseta Derve yê YE Josep Borrell jî ragihand ku 27 wezîrên derve roja Yekşemê ser piştgirîya bo Ukraynayê hevbîr bûne.

Borrell dîyar kir ku wê biryar û kiryarên nû yên YE îro werin eşkere kirin û ew wê demûdest bikevin pratîkê.

YE di 26'ê de jî qada xwe ya esmanî bo tevahîya firokên Rûsî qedexe kir, bankayên Rûsî yên herî mezin ji sîstema darayî ya navneteweyî SWIFT û hemû kiryarên bi banka navendî ya Rûsyayê re qut kir û herwiha sînordarkirinên ser olîgarkên Rûsî zêde kir.

Ji hêla din ve, Japonya jî îro tevlî Amerîka û welatên Ewrupî bû da ku bankayên Rûsî yên herî mezin ji sîstema darayî ya navneteweyî SWIFT were qut kirin.

Dîsa, Japonya wê 100 mîlyon dolar alîkarîya mirovahî ya lezgîn ji Ukraynayê re bişîne.

XS
SM
MD
LG