Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Ser Îhtîmala Dagirkirina Ukraynayê Hişyarî Dide Rûsyayê


Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen
Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen

Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Înîyê Rûsya hişyar kir û got ku heke ew Ukraynayê dagir bike divê rûbirû mayina encamên vê yekê, bide ber çavên xwe.

Hevdem, serokwezîrê nû yê Almanya Olaf Scholz bo çareserîya alozîyên jiber zedekirina hêzên Moskow nêzî sînorê bi cîranê xwe yê Ukrayna re, banga danûstandinan kir.

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen û serokwezîrê nû yê Almanyayê Olaf Scholz îro di preskonferanseke hevbeş de ser pirsgirêka aloz axifîn.

"Pêdivî ye ku êrîş di berdêla bihayeke de encam bide, jiber vê yekê emê van xalan pêşdem ji Rûsyayê re ragihînin," Von der Leyen got.

Wê dîyar kir ku YE ya ku ji 27 welatan pêk tê û welatên hevkar, amadane dijî Rûsyayê toleyên aborî û darayî dîyar bikin; heke ew Ukraynayê dagir bike.

“Em bi Rûsya re peywendîyeke baş dixwazin, lê berîya her tiştî ev girêdayê tevgerên Rûsyayê ye. Rûsya hember cîranên xwe helwêsteke tehdîdkar digire û ev yek jî ewlehîya Ewrupayê dike xeterîyê," Von der Leyen gotç

Von der Leyen ser pirsa heke di nava toleyên dijî Moskowê de ewê girtina xeta borîyê ya Nord Stream 2 ya ku dê gazê bigehîne Ewrupayê hebe yan na, wiha got.

" Bi giştî divê ti carî enerjî jibo zextan neyê kar anîn û ewlehîya enerjîyê ya Ewrupa û cîranên wê were parastin."

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz red kir ku bersîva pirsa ser xeta gazê ya Rûsya û Almanya bide.

Wî got ku got ku her çend eşkere ye ku YE û yên din ewê bertek nîşan bidin ger Rûsya, Ukraynayê dagir bike, danûstandinên bo pêşîgirtina li encamek wiha jî girîng in.

Di serdana xwe ya Fransa ya sibeha îro de, Scholzbo çareserîya krîzê, banga vejandina 'Şêwaza Normandîya' kir danûstandinên di navbera Almanya, Fransa, Rûsya û Ukraynayê, kir.

XS
SM
MD
LG