Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Dijî Rûsya û Belarûsya Hizra Toleyan Nû Dike


Dîmeneke sembolîk ya bo toleyên dijî Rûsya û Belarûsê

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Sêşemê ragihand ku Komîsyona Ewrupa jiber dagirkirina Ukraynayê dijî Rûsya û Belarûsê pakêtek nû ya toleyan amade kiriye.

Komîsyona Ewrupa wê bi toleyên nû pirtir olîgark û sîyasetvanên Rûsî û herwiha sê bankên Belarûsî bike armanc.

Reutersê ev agahî ji zarê sê jêderan ragihand.

Pêşnivîsa toleyan îro serê sibê ji hêla rêvebirîya Yekîtiya Ewrupa (YE) ve hat pejirandin û wê balyozên YE di civînekê de ku pişt nîvro de gotûbêj bikin, yek jêderî got.

Jêderan ji Reutersê re da zanîn ku, li gor toleyan wê sê bankên Belarûsî ji sîstema bankê ya SWIFT werin qedexe kirin û hejmareke olîgark û parlmenterên din yên Rûsî werin xistinê lîsteya reş ya YE.

Jêderan nexwest navên kesên ku wê tole dijî wan werin ragigihandin, eşkere bikin.

Lê, yek ji jêderan got ku di pakêtê de çend olîgark û endamên Konseya Federasyona Rûsyayê jî hene, ku baskê civata jorîn yê Parlamentoya Rûsyayê ye.

YE heya niha dijî bi sedan endamên civata jêrîn ya Dumayê jixwe tole ragihandibû, yen ku bo naskirina komarên cudaxwaz Donetsk û

Luhansk li rojhilata Ukraynayê, dengên pejirandinê dabûn.
Jêderan hevdem ragihand ku got ku pakêt bo YE derkirîna alavên deryayî û bernameyên kompîtîran (software) ji Rûsyayê qedexe dike.

Paketa toleyan ser çavdêrîya diravên krîpto rêbernameyeke jî peyda dike da ku bo binpekirina toleyên YE neyên kar anîn.

YE wê qedexeya derkirînahina teknolojîyên pêşkeftî yên xwe bo Rûsyayê berfireh bike, bi piranî bo piştgirîya qedexekirina teknolojîya deryayî , jêderan ragihand.

YE berîya niha heft bankên Rûsî ji sîsteme SWIFT'ê derxistibû, lê bankayên Belarusî di nav wan de tunebû.

XS
SM
MD
LG