Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Ser Rewşa Tirkîyê Ketîye Fikaran


Delegesyona Tirkîyê ya Yekîtîya Ewrupa (YE) ser cezaya hepsê ya bo 20 kesên ku bi piştgirîya medya ya Fetullah Gulen têne tawanbar kirin daxuyanîyek da.

Karbidestên YE’ê da zanîn ku Tirkîye berendameke yekîtîyê ye û jiber vê yeke divê li gor standartên demokrasîyê tevbigere û bi taybetî jî bo medya û azadîya beyanê rêzê bigire.

Karbidestan da zanîn ku rewşa Tirkîyê û dozên dijî rojnamevanan ji nêz ve dişopînin û girtina gelak kesan bo wan fikarên kûr çêkirine.

YE da zanîn ku ewê bi awayekî berfireh li ser mijara girtinan biaxifin.

XS
SM
MD
LG