Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsnameyeke Nû Nîşan Dide ku Ewrupî Tirkîyê di Nav YE de Naxwazin


Koma herî mezin ya Parlementoya Ewrupa ser endambûna Tirkîyê anketek li dar xist. Li gor pirsnamê, piranîya Ewrupîyan dixwazin ku Tirkîye bi ti awayî nekeve Yekîtîya Ewrupa (YE) û biryara ser vê yekê divê êdî zelal be.

Anket ji alîyê Partîya Gel ya Ewrupa (EVP), ku komeke konservatîf e, hat çêkirin.

Ewrupîyên ku ji 9 dewlet beşdarî rapirsîyê bûn dibêjin ku divê êdî danûsitandinên bi Tirkîyê re werin rawestandin.

Daneyên anketê dîyar dikin ku 77 ji sedê beşdaran naxwazin Tirkîyê wek endam bibînin.

Herî zêde beşdarên ji Almanya û Hollanda naxwazin ku Tirkîye bibe endamê YE ku di navbera her du dewlet û hikûmeta Tirk de vê dawîyê kêşeyên sîyasî qewimîbûn.

EVP'ê anket li Almanya, Fransa, Îrlanda, Îtalya, Hollanda, Polonya, Romanya, Swed û Îspanya çekir û li her welati bi 1000 kes re axifî.

XS
SM
MD
LG