Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Rêketina Ewrupî ya Nehîştina Tundîya Dijî Jinan


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan Tirkîyê ji rêkeftina Ewrupî ya nehîştina tundûtûjîya dijî jinan vekişand.

Vekişîna Tirkîyê ji rêkeftina ku sala 2011an li Stenbolê hatibû îmzakirin, rastî rexneyên çalakvanên civaka sivîl hat ku dibêjin dê ev vekişîn Tirkîyê gaveke din dûrî Yekîtîya Ewrupî bixe.

Siyasetmedarên opozisyonê got li gor yasayê Erdogan nikare bê erêkirina parlamanê gaveke wiha bavêje, lê gelek mihafizkar li Tirkîyê û berpirsên partîya desthilatdar AKP dibêjin rêkeftin bi xwe bingeha malbatê ji hev dixe û handerîya tundûtûjîyê dike.

Berpirsên hikûmetê dibêjin yaseya xwecîhî dikare bêhtirî rêkeftinên derve mafên jinan biparêze.

Her çendî amarên fermî yên rûdanên kuştina jinan li Tirkîyê ne dîyar in, lê di deh salên borî de rêjeya kuştina jinan sêcarî bilind bûye û di sala 2021ê de ta niha 78 jin hatine kuştin an jî guman li dor mirina wan hene, li gor rêxistineke ku çavdêrîya rûdanên kuştina jinan dike.

Datayên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) nîşan didin ku 38% ji jinan li Tirkîyê di jîyana xwe de rastî tundûtûjîya mêrên xwe tên, li beramber 25% li Ewrupayê.

Ayşe Acar û Necah Hêvo
Ayşe Acar û Necah Hêvo

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du xanimên çalakvanên bi warê mafên jinan, ronî dide ser mijarê:

Necah Hêvo Melek, berpirsa Yekîtîya Jinên Kurd (Rodoz) ku li Almanya dimîne û Ayşe Acar, berdevka meclîsa jinên HDP'ê ku li Amed (Diyarbekir) dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 23/3/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00


XS
SM
MD
LG