Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên YE'ê Dest bi Karanîna Vaksîna Vîrusa Korona Dikin


Welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) dest bi belavkirina vaksîna vîrusa korona ya Pfizer û BioNTechê tev çêkirine, kirin.

Ji nav welatên YE’ê berê li Macaristanê û dûre li Almanya û li Slovakya kempeyna karanîna vaksînên destpê kir.

Çaverê ye îro Yekşemê li welatên din yên YE’ê kempeynên karanîna vaksînan destpê bikin.

Ji alîyê din ve, cureya nû ya vîrusa korona, ku cara pêşî di 13’ê Berfanbarê de li Brîtanya hatibû dîtin, li welatên din yên Ewrupa jî hat tespît kirin.

Karbidestên Fransa û Swêd dîyar dikin ku ew cureya nû ya vîrusa korona bi kesên ji Brîtanya hatine welatê wan re derbazî alîyê wan bûye.

Berpirsên Brîtanî dibêjin ku cureya nû ya vîrusa korona zû belav dibe û dibe ku jiber wê li cîhanê pêla sêyan vîrusa korona çêbûye.

Li seranserê cîhanê bi dehan dewletan rêwîtîyên bi Brîtanya re rawestandine.

XS
SM
MD
LG