Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona YE bo Karanîna Vaksîna AstraZeneca Destûr Da


Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen dîyar kir ku wan li ser pêşnîyaza Sazîya Dermana ya Ewrupa (EMA) destûr daye vaksîna vîrusa korona ya AstraZeneca.

Von der Leyen dîyar kir ku ew li bendê ne ku AstraZeneca 400 mîlyon doz vaksîn bide wan û da zanîn ku ew dê bo ewlekarîya vaksînê çi ji dest wan were bikin.

Berî destûra komîsyonê, EMA dîyar kiribû ku vaksîna AstraZeneca dikare bo kesên temenên wan ji 18’an mezintir were karanîn.

EMA ragihandibû ku vaksîna AstraZeneca di ceribandinên klînîk de 60 ji sedê berevanî çêkiriye û bal kişandibû ku di ceribandinan de hejmara kesên temenên wan ji 55’an mezintir hindik bûye.

Wê sazîyê dabû zanîn ku ew di ser tecirbeyên vaksînên din re li bendê ne ku vaksîna AstraZeneca bo kesên temên wan ji 55’an mezintir jî berevanîyê çêke.

Komîsyona YE berê ji AstraZeneca 300 mîlyon doz vaksîn xwestibû û piştre 100 mîlyon dozên din jî kiribû ser.

Lê, AstraZeneca hefteya borî dîyar kiribû ku ewê heta dawîya Adarê 40 ji sedê vaksînên hatine wesandin bidin, û di navbera her du alîyan de girjî çêbûbû.

XS
SM
MD
LG