Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Hewildanên Ser Zêdekirina Vaksînan Didomîne


Yekîtîya Ewrupa (YE) hewildanên bo zêdekirina vaksîna vîrusa korona didomîne.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku hin welatên YE’ê dixwazin Bruksel bi Valneva re, ku kompanîyeke Fransa ye, ser vaksînan peymanan îmza bike.

YE di meha Rêbendanê de bi Valneva re bo 60 mîlyon doz vaksîn dest bi hevdîtinan kiribû.

Karbidestekî Komîsyona Ewrupa hefteya borî dîyar kiribû ku Valneva, ku kompanîyeke Fransa ye, şertên bo lihevkirinê bi cîh nayîne.

Valneva bi Brîtanya re ser 190 mîlyon doz vaksîn li hev kiriye û dê heta 2025’an wan vaksînan bide wî welatî.

Çaverê ye ku Valneva vaksînên xwe li Skotlandê çêke û kapasîteya xwe di sala pêş de rake 200 mîlyon doz vaksîn.

Jiber ku Valneva dixwaze vaksînên xwe bi tenê li navendê çêke hin karbidestên YE’ê ketine fikaran û ew dibêjin ku dibe ku ew kompanîyê vaksînan tim berê bide Brîtanya.

Reutersê dide zanîn ku Almanya ji Valneva dixwaze ku Brîtanya di ser welatên YE’ê re negire.

YE’ê heta niha ji Pfizer – BioNTech, Moderna, AstraZeneca, Johnson & Johnson, CureVac û Sanofi – GlaxoSmithKline – GSK vaksîn kirîne.

Ew yekîtî dixwaze bi Pfizer – BioNTech re peymana sêyan ya vaksînê îmza bike.

XS
SM
MD
LG