Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE ji Yunanistanê Dixwaze Lêpirsîna Îdayên Vegerandina Penaxwazan Bike


Berpirsa koçberîyê yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Ylva Johansson
Berpirsa koçberîyê yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Ylva Johansson

Berpirsa koçberîyê yê Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Duşemê ragihand ku Yunanistan dikare bo lêpirsîna ser îdayên ku ew penaxwazan, di nav de zarok de jî hene bi zorê vedigerîne Tirkîyê, dikare pirtir xebatê bike.

Ylva Johansson, berpirsa karûbarên navxweyî ya YE, di serdana girava Lesbos ya Yunanistanê de ser mijarê axifî.

" Ez difikrim ku karbidestên Yunanî bo lêpirsîna îdayên ser vegerandinê dikarin bêtir tiştan bikin,” Johansson got.

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dîyar kiribû ku sazî di mehên borî derbarê nêzîkbûna karbidestên Yunanî ya penaxwazan de, hejmarek zêde ya raporan werdigire.

UNHCR dide zanîn ku rapor dibêjin ku penaxwaz li deryayê yan piştî gihîştina wan ya ser axa Yunanistanê demûdest paşve têne vegirandin, yan jî li nava deryayê têne hiştin.

"Ez ji rapora UNHCR pir bifîkar im û hin bûyerên taybetî hene ku bi rastî ez difikirim ku pêwîste ku ji nêz ve werin lêpirsîn kirin, ” Johansson got.

Karbidestên Yunanî her dem wan raporana red kirin.

Wezîrê koçberîyê yê Yunanistanê Notis Mitarachi, di civînek rojnamevanî ya digel Johansson de ragihand ku Yunanistan girêdayî qanûnên Ewrupî û navneteweyî ye.

"Em îdayên ku nobedarên beravê yên Yunanî tevlî vegerandinan bûye, bi tundî red dikin, " wî got.

Wezîr Mitarachi bi berdewamî wiha got:

"Em fêhm dikin ku em dibin sedema windakirina bi deh mîlyonan euroyên toreên qaçaxçîtîyê, û ew dibe ku ew di derketina nûçeyên derewîn yên ku em ser berevanîya Yunanistanê de dibihîstin de, xwedî rolekî bûne.” Mitarachi destnîşan kir ku di encama lêpirsînên serbixwe, tevî ya dadwerîya Yunanî û herwiha ya ji hêla sazîya sînorên YE, ti binpêkirin nehatine dîtin.

Di 2015'an de, nêzî mîlyonek mirovan, bi piranî Sûrîyên jiber şer revîya bûn, bi keştiyêan ji Tirkîyê hatibûn Yunanistan, û bi taybetî jî girava Lesbos.

Pêzanînên Neteweyên Yekbûyî (NY) nîşan dide ku jiber ku salekê şûnda YE bi Enqereyê re peymanek çêkir hejmara penaxwezan bi rengek berbiçav kêm bû û sala borî tenê 16.000 kes hatin Yunanistanê.Wezîr Mitarachi dîyar kir ku niha nêzî 14.00 penaber li pênc giravan de di kampan de dijîn, kêmî ji 42.000 kesên di 2019'an.

Hevdem, 58.000 penaber jî li seranserê Yunanistanê di kampan de ne ku di 2019'an ev hejmar 58.000 bû.



XS
SM
MD
LG