Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê 1 Gulanê Cejna Karkeran jiber Korona Qedexe Ye


1 Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li hemû dinyayê bi coşeke mezin dihate pîroz kirin, lê nexweşîya Covîd-19 bandoreke neyînî li ser vî rojê da.

Li tevahîya Tirkîyê pîrozkirina vê rojê û 31 bajarê mezin de jî derketina kolanan û pîrozbahî hate qedexe kirin. Karker û kedkar dê vê rojê de li malên xwe derbaz bikin.

Li gor hin lêkolînan piştî nexweşîya Covîd-19 li Tirkîyê 10 mîlyonan zêdetir kes bêkar mane. Yên ku karê wan jî heye di nav asteke xeterê de ne.

Di vê roja 1 Gulanê de Dîlan Orhan û Evdilselam Demîr jî ji van du kesan in.

Orhan bi xwe li fabrîkayeke plastîk karê jimêryarîyê dike. Ew dibêje di vê rojê de dewlet alîyeke de vê rojê qedexe dike, lê alîyê din de ti alîkarî nade karkeran.

“Nexweşîya Covîd-19 li hemû dinyayê û bi taybet jî li Tirkîyê tesîreke ne baş çêkir. Îro Yek Gulanê ye. Dewletê ev roj li Tirkîyê qedexe kir. Lê em dibînin ku qedexe dike lê hîç alîkarîya karmend û karkera nake.”

Evdilselam Demîr, ew jî li xwaringehekê kar dike, lê di roja qedexeyê kolana de wê xwarinê belav bike.

“Di van rojên Covîd-19 de em dixebitin. Rastî bixebitin jî nexebitin jî rewşa me ne baş e. Heke nexebitin emê birçî bimînin, ger bixebitin jî îhtîmal e em bi nexweşîya korona bikevin. Pêwîst e dewlet jibo me çareserîyeke bibîne.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG