Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî bo Sivîlên Îdlibê Hişyarî Dide


Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Îdlibê hejmara sivîlên di pevçûnan de têne kuştin û birîndar dibin zêdetir dibin.

Yek ji karbidestên NY’ê Najat Rochdi li Cenevre ya Swîsrê da zanîn ku tundûtûjîya li Sûrîyê gurtir dibe û dîyar kir ku zarok û jin têne kuştin.

Rochdi got ku Îdlib û derdora wê bi kêşeyeke mezin ya mirovî re rû bi rû maye.

Li gor daneyên NY’ê di pevçûnên dawî de pirtirê 160 sivîl hatine kuştin.

Nûnerê NY’ê bang li rejîma Esad û Rûsya û opozîsyonê kir ku di pevçûnan de beravanîya sivîlan bikin.

XS
SM
MD
LG