Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May: Ewrupa Derbarê Brexit'ê Gefan li Brîtanya Dike


Serokwezîra Birîtanya Theresa May got ku Yekîtîya Ewrupa (YE) di danûsitandinên Brexit’ê de gefan li London’ê dixwe û dixwaze ku bandorekê ser hilbijartina meha Hezîranê çêke.

Piştî ku danûsitandinerê Brexit’ê yê YE Michel Bamier dîyar kir ku ewê veqetîna Brîtanya ne hêsan be û wext pêwîst e, May dîyar kir ku Komîsyona YE bi qestî veqetînê zortir dike.

‘’Li Bruksel’ê hin kes hene ku naxwazin Brîtanya di peyvajoya Brexit’ê de bi ser keve. Siyasetvan û karbidestên Ewrupî gefan li Brîtanya dixwin’’ May got.

Serokwezîra Brîtanî gotibû ku di danûsitandinên veqetînê de ewê Serokê Komîsyona YE Jean-Claude Juncker li hember xwe ‘’jineke pir fêde’’ bibîne.

Juncker jî ser gotina May dîyar kiribû ku ew li hember wê rêzê digire ku ''xanimeke bi biryar e"

XS
SM
MD
LG