Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Yekîtîya Ewrupa Ser Berpirsên Nû li Hev Dikin


Rêberên 28 dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) piştî danûstandinên dirêj ser nûnerên nû yên meqamên bilind li hev kirin.

Serokê Konseya YE’ê Donald Tusk ji Twitterê ragihand ku Serokwezîrê Belçîka Charles Michel dê li şûna wî dest bi kar bike.

Tusk da zanîn ku Wezîra Berevanî ya Almanya Ursula Von der Leven jî dê bo Serokîya Komîsyona Ewrupa bibe berbijar.

Ger berbijarîya Von der Leven were pejirandin dê di wê komîsyonê de bibe seroka jin ya pêşî.

Wezîrê Derve yê Îspanya Josep Borell Fontelles dê bo Nûnertîya Bilind ya Sîyaseta Ewlekarî û Karên Derve yê YE’ê bibe berbijar.

Seroka Sindoqa Diravî ya Neteweyî (IMF) Christine Lagarde jî bo Serokîya Bankaya Navendî ya Ewrupa wek berbijar hat nîşandan.

XS
SM
MD
LG