Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Tusk Welatên YE li Hember Siyaseta Trump Hişyar Dike


Serokê Civaka Yekîtiya Ewrupî Donald Tusk dibêje, di derbarê siyasetên serokê Amerîka Donald Trump de pêwîste Yekîtiya Ewrupa "YE" xwe ji rewşa herî xerab re amade bike, di demekê de ku şerekî bazirganî di nevbera Washington û Bruksel de heye.

Di nameyekê ji bo serkirdeyên Ewrupî Çarşemê Tusk got” ji ber siyasetên serok Trump pêwendiyên seranserî Atlesî di bin fişareke mezin de ne.”

Tusk, ku serokatiya du kombûneka du rojan ya serokên welatên endam di Yekîtiya Ewrupî de dike li Bruksel got “mixabin cudahî sînorên bazirganiyê derbas dikin.”

Wî got, Di baweriya min de, em hêviya encamên herî baş bikin, lê pêwîste em Yekîtiya xwe ji senaryoyên herî xerab re amade bikin.”

Demekê berê vê mehê Trump bacên gumrigê danîn ser berhemên Ewupî yên Pola û Aluminium.

Wek bersiv, YE pîvanên jinûve balanskirinê danîn ser hin berhemên Amerîkî bi nirxa 3.25 milyar dolaran.

XS
SM
MD
LG