Berpirsekî wezareta xezîneyê ya Amerîka roja Şemiyê got ku wezîra xezîneyê Janet Yellen serdana xwe ya bendera Yokohama di dema sefera xwe ya hefteya pêş de bo Japona betal kir, wek rêzgirtin piştî ku serokwezîrê berê Shinzo Abe hate kuştin.
Abe roja Îniyê dema ku axaftineke kampanyayê li kolaneke bajarê Nara yê li rojavayê welêt dikir, hat kuştin.
Yellen diviyabû roja Sêşemê serdana Bendera Yokohama bike da ku bi karsazan re beşdarî maseya girove bi bibe, serdana bingehan bike û gotarekê pêşkêş bike.
Berpirsê xezîneyê got ku hevdîtinên dualî yên Yellen li Japonê dê hîn jî pêk werin. Biryar e roja Sêşemê bi Wezîrê darayî Suzuki Shunichi re bicive.
Wezareta xezîneyê roja Înê got ku Yellen dê her weha bi rayedarên Koreya Başûr û aboriyên din ên G20 re bicive, di demekê de ku ew hewl dide piştgirîyê ji bo sînordarkirina nirxê nifta Rûsî di gera Asyayê de bike.
Ev gera Yellen, yekem seredana wê ye bo herêma Hindo-Pasîfîkê wek wezîra xezîneyê, di nav pirsên nerihet de li dor sînordarkirina nirxê nifta Rûsî bêyî piştgirîya Hindistanê û yên din ku niha nifta Rûsî erzan dikirin.
Çavkanî: Reuters