Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yellen: Cîhê Rûsya li Civîna G20 Tune


Wezîra Xezîne ya Amerîka Janet Yellen îro Pencşemê dîyar kir cîhê karbidestên Rûs li civîna G20 tune ye.

Yellen di preskonferansekê de da zanîn ku Rûsya jiber şer berpirsê bihabûna xwarin û enerjîyê ye û bang li bîragiştî ya navneteweyî kir ku Moskowo ser vê rewişê tawanbar bikin.

Di meha Nîsanê de, dema civîn li Washingtonê çêbûbû Yellen û karbidestên din yên welatên Rojava bi axifîna berpirsên Rûs re ji salonê derketibûn.

Li ser pirsa ka ewê careke din wisa bike yan ne, Yellen bersîveke zelal neda lê da zanîn ku ewê Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna bi awayê herî tund hişyar bikin.

Yellen dîyar kir ku ewê beşdarîya Rûsya bo civîna G20 ne wek carên borî be.

Wê da zanîn ku ew dê li ser zextê Rûsya çêkin ku ew buhayê petrolê hîn zêdetir neke û dîyar kir ku ewê buhayê enerjîyê dakeve.

Rûsya di 24’ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ji wê çaxê vir ve Moskow bi toleyên berfireh yên berfireh yên welatên Rojava re rûbirû dimîne.

XS
SM
MD
LG