Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Bombeyeka Amerîkî li Yemenê 40 Zarok Kuşt


Li gor raporteka CNN, şarezayên çekan dibêjin bumbeyeka Amerîkî, ku ji aliyên koalisyona biserkirdayetiya Erebistana Saudî ve hatiye bikar anîn, di êrîşeke esmanî ya vê dawiyê de xaniyekî tije zarok kir armanc û di encamê de 51 kes hatin kuştin, di nav de 40 zarok bûn.

CNN roja Înê got şarezayan bumbe ya di êrîşê de hatî bikar anîn ji wêneyên hin bermayên wê nas kir.

CNN got li gor jimara bermayên bumbeyê diyar dike ku giraniya 277 kîlo ye, MK 82 ya ku bi lêzer kar dike û çêkirina kompaniya Lockheed Martin e, kontraktera berevaiya Amerîka.

Di êrîşê de her wiha 79 kes birîndarbûn û ji wan 56 zarok bûn.

Peyvdarekî koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî demekê berê vê mehê got êrîşa esmanî serhildêrên Hosî kirin armanc û ew li gor yase û pîvanên navnetewî bû.

Serokê berê yê Amerîka Barak Obama di sala 2016an de firotina çekên wiha bi hûrbînî kar dikin bo Erebistana Saudî qedexe kiribû lê rêveberiya Trump sala borî ew qedexe rakir.

XS
SM
MD
LG