Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yemenê Êrîşeka Koalisyonê 10 Jinan Dikuje


Berpirsên tenduristiyê û hin şahid hal li Yemenê dibêjin êrîşeka esmanî ya koalisyona bi serkirdayetiya Ertebistana Saudî li karwanê semawendekê xist li rojhilata paytexta Yemenê û 10 jin kuştin.

Ew dibêjin êrîşa îro Yekşemê jin ji xwe kirin armanc di demekê de ku ew diçûn gundekî li parêzgeha Maarib. Wan got bûk di nav wan jinan de bû lê hîn ne diyare ka ew birîndar bûye an na.

Nerêteke li Yemenê ku jinên heval û kesûnasên bûkê li gel wê biçin semawendê, cihê ku zave li benda bûkê dimîne.

Berpirs û şahidhalan nexwest navên xwe diyar bikin, ji ber tirsa tolvedanê û nebûna desthilata axaftina li gel medya.

XS
SM
MD
LG