Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yemenê Êrîşên Esmanî yên Erebistana Saudî 17 Kesan Dikujin


Berpirsên serhildêrên Yemenê dibêjin êrîşên esmanî yên koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî li bajarê Hodeyda yê deryayî 17 kes kuştin.

Peyvdarê wezareta tendurisritî ya ku Hosî birêve dibin, Yûsif al-Hadrî dibêje li gel 17 kesên kuştî, 20 birîndar jî hene di encama êrîşa îro Şemiyê de li ser herêma Gelel Ras.

Hodeyda ku riyeke sereke ji bo derbaskirina alîkariyên mirovahî, bûye navenda şerê Yemenê. Ew di bin destê serhildêran de ye û koalisyonê hewil dide wan jê derxe. Ew ji sala 2015an ve şerê serhildêran dike.

Texmîne 10 hezar kes hatine kuştin di şerê Yemenê de ku li gor Neteweyên Yekgirtî bûye kirîza mirovahî ya herî xerab li cîhanê.

XS
SM
MD
LG