Lînkên eksesibilîtî

Li Yemenê 5 Bergumanên el-Qaîde bi Firokên Bê Firokvan Têne Kuştin


Li Yemenê berpirsekî û rûnştvanên xwecihî got 5 çekdarên el-Qaîde îro Şemiyê hatin kuştin di encama êrîşên esmanî yên firokên bê firokvan de li ser du gundên parêzgeha Baida.

Berpirsê xwecihî got êrîşan ew du gundên ku çekdarên el-Qaîde lê çalakdar in ji xwe re kirin armanc.

Rûniştvanan got du berguman hatin kuştin dema armanckirina erebeya wan ji aliyê firokeka bê firokvan ve.

Wan got şaxê Yemen ê el-Qaîde, ku bi navê el-Qaîde li nîvgirava Erebî tê nasîn, şerê navxweyî yê Yemenê ji bo xwe wek derfetekê bikar anîn ji bo bihêzkirina cihên xwe li welêt.

Tê zanîn, bêhtirî du sal in şerekî navxweyî dibe di navbera gurûpa Hosî, ku Îran piştgiriya wê dike, û hikûmeta serokê Yemenê Ebid-Rabbo Mensûr Hadî, ku Erebistana Saudî piştgiriya wê dike de.

Amerîka, bi firokên bê firokvan êrîşî el-Qaîda Yemenê dike di çarçoweya helmetekê de ku armanca wê ewe kêmkirina şiyanên gurûpê yên pilankirina êrîşan li derve.

XS
SM
MD
LG