Yemen çar kesan bi tawana sîxurî kirin bo Îranê dadgehî dike, tawanek ku bi sêdaredanê dihêt siza dan.
Dozgerên Yemenî roja Duşembî ew berguman xetabar kirin bi tawana hinartina wêneyên bingehên parastin û bender û durgehên Yemenî biramberî wergirtina perê.
Yemen Îranê xetabar dike bi alîkarî kirina serhildayên Şî’e li bakûra welatî, ku li ewê sala 2004 şerê hikûmeta Yemenî dikin.
Şer û lêdan li meha du-Subatê bi dawî hatin piştî serhildayî û hikûmet rêkeftineka agirbestê mor kirin. Îran piştevanî kirina grupên serhildayî li Yemenê red dike.