Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirs: Hêzên Yemenî Navçeyeke Sereke ji Serhildêran Rizgar Dikin


Berpirsên ewlekariya Yemenê dibêjin hêzên girêdayê hikûmetê navçeyeke sereke li parêzgeha Dali` ya başûrê welêt ji bin destê serhildêran rizgar kir.

Berpirs dibêjin di encama şerê derxistina serhildêran de herî kêm 120 kes ji herdû aliyan hatin kuştin li navçeya Qataba ya ku riyên sereke li herêmê kontrol dike.

Berpirsên ku îro Şemiyê axivîn nexwest navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

Di şerê navxweyî yê Yemenê de Îran piştgiriya serhildêrên Hosî dike û Erebistan Saudî jî serkirdayetiya koalisyonekê dike ku piştgirita hikûmeta Yemenê dike.

Tê zanîn, civaka navnetewî hikûmeta Yemenê wek hikûmeteke rewa dibîne.

XS
SM
MD
LG